ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 22 Hezîran 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Ciwanan a PYD'ê Leylan Qasim derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê diyar kir ku yên behsa demokrasiyê dikir îro zilmê li gelê Efrînê dike û got:"Di şexsê gelê Efrînê de hat xwestin ku vîna hemû gelên Rojhilata Navîn bê şikandin. Yên ku pesnê xwe yê demokrasiyê vedida îro li Efrînê bi destên çeteyên OSO'yê gel diçewisîne û ji mafên wan bêpar dihêle." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebira Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a bajarê Til Temirê Elya Oglo derbarê hilbijartinên pêşwext ên ku wê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were diyar kir ku divê gelê Kurd li dijî pergala yekperest, her dem têbikoşin û  biçin ser sindoqan û got:"Gelê azadîxwaz divê dengê xwe bidin HDP'ê û pergala faşîzmê têk bibe." DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde aloziya aborî jî her roj zêdetir dibe. Jinên esnaf bertek nîşanî sozên ku AKP her hilbijartin dide û bi cih nayne dan  û gotin ku ew ê di 24'ê  hezîranê de bi dengê xwe dawî li xapandinê bînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku Abdullah Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye û divê rêz li dijî îradeya bi milyonan bê girtin. 
 
*Li gundên ku ji sedî 90 deng tên girtin û sindoqê wan hatine barkirin, jinan diyar kirin ku ew ê karê xwe bidin aliyekî û xwedî li sidoqan derkevin. DÎMEN HEYE
 
*HDP’a Aydinê li ser ewlehiya sindoqan xebatên xwe dimeşîne û Necla Yildirim a di koordînasyona hilbijartinê de cih digire diyar kir ku pêşdarazên li hember HDP’ê şikyane û bawerî zêde bûye. DÎMEN HEYE
 
*Li seranserê Şirnexê wê 268 hezar û 308 hilbijêr wê biçin ser sindoqan. Zozan Fendîk a peywirdara sindoqê ye  wiha got: “Em ê roja hilbijartinê bi îradeyek mezin xwedî li sindoqan derkevin.” DÎMEN HEYE
 
*Namzeta HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu Akin bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û projeya aboriyê ya HDP’ê pêşniyar kiriye û wiha got: “Em ê çanda sedeqeyê ji holê rabikin. Balona xeyalê ya AKP’ê teqya. Hemû gelên Tirkiyeyê van xespan dizanin. Ev hilbijartin loma girîng e.” DÎMEN HEYE
 
*Prof. Dr. Sîbel Perçînel ku yek ji akademîsyenên hatiye îxrackirinê ye bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got  ev tenê bi partî û çend dildaran çareser nabe divê her kes li ser sindoqan be.
 
DÎMEN HEYE
 
*Jinan ji bo mîtînga fînalê ya hilbijartinê ya Wanê ku wê di 23’ê Hezîranê de pêk were bang kirin û diyar kirin ku wê bi sedhezaran kes ji dil û bi coşek mezin dakevin qadan. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê ku wê li Tirkiyeyê çê bibe gotin:"Gelê Kurd ên Bakurê Kurdistanê dema ku çûn ser sindoqan bila Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnexê ji bîr nekin û ji bo demokrasiyê û aştiyê dengên xwe bidin HDP'ê"