Aktîvîstên jin ên rojhilatê Kurdistanê ji TJA'yê re peyam şandin

  • 17:10 21 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên jin ên rojhilatê Kurdistanê, bi minasebeta hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji TJA'yê re name şandin û serkeftin xwestin.
 
Rojnameger Suheyla Bab li ser navê jinên rojhilatê Kurdistanê bi minasebeta hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji Tevgera Jinên Azad (TJA) re peyamek şand.
 
Suheyla, di peyama xwe de wiha got: "Em jinên kurd ku di têkoşîna bi rêxistina a gelê kurd de cih digirin silav dikin. Ez jineke aktîvîsta kurd a ji rojhilatê Kurdistanê li ser navê jinên Rojhilat di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji bo we serkefitinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku em jinên kurd di riya azadiyê de pêşve biçin û li Kurdistaneke yekperçe bibin yek. Bijî Berxwedana gelê kurd a azadiyê..."