Bersucê îstîsmara zayendî di mîtînga AKP'ê de zarokek din îstîsmar kir
- 12:32 21 Hezîran 2018
- Rojane
STENBO - Li Stenbolê Hayrî E., yê ku ji ber sûcê îstîsmara zayendî 3 mehan di girtîgehê de ma û piştre hat berdan, di mîtînga AKP'ê de li dijî zarokek din îstîsmara zayendî pêk anî.
Li Yenîkapiya Stenbolê di hefteya çûyî de Hayrî E., yê ku tevli Mîtînga AKP'ê bû, di mîtîngê de li dijî zaroka 10 slaî îstîsmara zayendî pêk anî. Piştî ku kesên bûn şahidê bûyerê îxbar kirin Hayrî E. hat binçavkirin û Hayrî di îfadeya ku da de sûcê xwe îtîraf kir.
Hat aşkerakirin ku Hayrî E. di sala 2013'an de jî dîsa zarokek îstîsmar kir kiribû, ji ber sûcê ku kiribû piştî 3 mehan di girtîgehê de mabû bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
-