Komên OSO li Efrînê bijîşk kuştin

  • 11:31 21 Hezîran 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li navenda Efrînê, komên OSO'yê, bijîşkê li dijî wan derket kuştin. Li ser vê yekê gel derket kolanan. Komên çete, bi ser gelê derket kolanan de gule reşandin û jinek jî hate qetilkirin. 
 
Komên OSO'yê yên li Efrînê bijîşkek kuştin. Li ser vê yekê gel derket kolanan. Komê OSO'yê her roj talan, wêran û diziya gel dikin, welatiyan direvînin, îşkence dikin û dikujin. Herî dawî piştî bijîşkek kuştin gelên li Efrînê dimînin bêzar bûn û li dijî van koman derketin kolanan. Li gor agahiyan, îro serê çete çûn mala bijîşk Samî El-Ferac û xwestin malê vala bikin. Piştî bijîşk El-Ferac li hemberê vê yekê derket, di navbera wî û çeteyan de nîqaş derket. Di encama niqaşan de çeteyan bijîşk gulebaran kirin û kuştin. Piştî bûyer belav bû, Eşîra Bobenî û gelek kes hatin pêşiya malê û bertek nîşan dan. 
 
Di demek kurt de jin, zarok, ciwan û her kes derket kolanan û xwepêşandan li dar xistin û dirûşmên "Em çeteyên kujer naxwazin", "Dewleta tirk çeteyên xwe hilde û derkeve ji vir" berz kirin. Gelên ku tevlî xwepêşandanê bûn cenazeyê bijîşk rakirin û dest bi meşê kirin. Ciwanên ku li hemberê çeteyan bertekên hişk nîşandan, di navbêra wan û çeteyan de nîqaş derketin. Di dema xwepêşandanê de komên çete li ser girsê gule reşandin. Hat diyar kirin ku jinekê jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Li navenda Efrînê ku hêj jî li gelek cihan xwepêşandan didomin, komên çete neçar man ku ji navenda Efrînê derkevin û li cihên bilind bi cih bibin.