‘Gelên Mêrdînê wê bi reng û coşa xwe di hilbijartinan de 6-0 derxîne’
- 09:04 21 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re demek kurt ma û li Mêrdînê xebat bê navber didome. Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkurt der barê xebatan de axivî û got: “Li gund û navçeyan em eleqeyek mezin dibînin. Hêrsa gel di dilê wan de xwe bi awayekî baş nîşan dide.”
Xebatên hilbijartinê yên Mêrdînê bê navber didomin û HDP li her derê xebatan dimeşîne. Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt der barê mijarê de axivî û bang kir ku divê gel xwedî li îrada xwe derkevin û biçin ser sindoqan.”
‘Em gund bi gund, navçe bi navçe xebatan dimeşînin’
Leylayê bi lêv kir ku ew di pêvajoya hilbijartinek pêşwext re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em xebatên xwe ji bo namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş dikin. Li Mêrdînê xebatên girîng tên meşandin. Em li navçe û gundên xwe xebatên mezin dimeşînin. 6 namzetên me hene.Divê em hemû namzetên xwe bişînin meclîsê. Em li gund û navçeyan rastî eleqeyek mezin tên. Hêrsa gel xwe baş dide der. Gel wê bersivek baş bide desthilatdariyê.”
‘Peyama gel zelal e’
Leylayê destnîşan kir ku ev biryardariya gel bandorek mezin li ser wan dike û bi vê hêviyê ew ê 6 namzetên xwe jî bişînin meclîsê. Leylayê diyar kir ku ew di vê hilbijartinê de wê 6 namzetên xwe jî bişînin meclîsê û ji bo vê wê her tiştî bikin û gel jî wê peyama herî zelal bide faşîzmê. Leylayê ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya dawî de bi OHAL’ê gel ket bin zextên mezin. Ev du sale em OHAL’ê dijîn. Aliyê muxalîf di bin OHAL’ê de hedef hat girtin. Divê ciwan û jinên me xwedî li sindoqan derkevin. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin û biçin ser sindoqan.”