'Dê zîhniyeta dagirker têk biçe'
- 09:02 21 Hezîran 2018
- Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê kiryarên dewleta tirk û OSO'yê yên li ser jinên li Efrînê nirxandin kirin û gotin:"Dewleta tirk û çeteyên OSO'yê li Efrînê îradeya jinê tune dihesibîne, jinê di nav çar dîwaran de asê dihêle. Ev pêkanînan bandorek neyînî li ser hemû jinên Rojhilata Navîn dike."
Jinên Kobanê derbarê kiryarên dewleta tirk û OSO'yê yên li ser jinên li Efrînê nirxandin kirin û gotin:"Tiştên ku li Reqayê bi destên çeteyên DAÎŞ'ê pêk dihat îro li Efrînê bi piştgiriya dewleta tirk bi destên çeteyên OSO'yê pêk tê. Jinên niha li Efrînê bi zext û zordestiyên mezin rû bi rû dimîne. Lê dê bi têkoşîna jinan zîhniyeta dagirker têk biçe."
Jina bi navê Îslim Bozan wiha got:"Dema ku dewleta tirk û çeteyên OSO'yê êrîşî Efrînê kirin gotin 'em ê demokrasiyê bînin Efrînê'. Lê dema ku îro em li rewşa Efrînê dinêrin jin di rewşeke xirab de ye. Li cihê ku jin ne azad be û di nav çar dîwaran de asê tê hiştin, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Loma divê hemû jin bibin yek û bi hêzek hevpar xwe biparêzin."
'Kesek nikare îradeya jinan tune bihesibîne'
Jina bi navê Rûken Sulêman got:"Dewleta tirk got em ê demokrasiyê bîne Efrîne lê gelek sîvîl hatin qetilkirin, malên wan hatin talankirin. Xwestin ku di kesayeta jinên Efrînê de îradeya hemû jinên Rojhilata Navîn tune bihesibînin. Lê kesek nikare îradeya jinan tune bihesibîne."^
'Divê em her berxwe bidin'
Her wiha Fatma Xelîl jî wiha got:"Ji ber ku jin bingeha civakê ye loma li Efrînê berê jin hedef girtin. Xwestin jinê biçewisînin û civakê dîl bigirin. Lê divê em wekî jin tu carî teslîm nebin û li dijî dagirkeran û zihniyeta baviksalarî her berxwe bidin.'