AKP ji bo bi ser keve mirî ji goran rakirin!

  • 12:55 20 Hezîran 2018
  • Rojane
AYDIN - Li Efelera Îzmîrê ji bo Berîn Bîlen a ku di 3 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da dengê xwe di 24'ê Hezîranê de bi kar bîne kaxiza banga dengdayînê û nameya propagandayê ya Bazkên Ciwanan a AKP'ê hat şandin. 
 
Li Efelera Îzmîrê ji bo Berîn Bîlen a ku di sala 1999'an de hat dinê piştî bi 70 rojî ji ber nexweşiya bîhnçikandin û helandina rehan jiyana xwe ji dest da kaxiza ku banga bikaranîna dengan tê de tê kirin û nameya propagandayê ya Bazkên Ciwanan a AKP'ê hat şandin. Malbata Berînê diyar kir ku ew ê şopdarên dengê Berînê yê ku divê li dibistana Amhemt Şerîfe Snali bê bikaranîn bin.
 
Bavê Berînê Aydin Bîlen, diyar kir ku wî ji bo keça xwe nasname dernexistiye û ev tişt got: "Ji bo ku ez nasnameya keça xwe derxînim ez çûm Muduriyeta Nifusê ya Aydinê lê min nasname dernexist û piştre jî ez çûm min agahiya ku keça mim niriye da muduriyetê. Lê îro ji bo keça min kaxiza banga bikaranîna deng hat û vê jî ez matmayî hiştim."
 
Ji hin kesên din ê mirî re jî heman kaxiz hatiye şandin
 
Herwiha Keya Halîs Sakînoglu yê ku ev 3 serdem e keyatiyê dike jî diyar kir ku ew malabtê nas dike û dema ku kaxizên dengdayînê belav kirine ji bo 3 kesên din ên mirî jî heman kaxiz hatiye şandin.