ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 17 Hezîran 2018
  • Rojev
*Sema Yuce di 17'ê Hezîrana 1998'an de li dijî zext, zordestî û neheqiyan serî hildide û di 21'ê Adara 1998'an de çalakiya fedaî pêk tîne û li zindanê bedena xwe dide ber agir. Bi munasebeta salvegera şehadeta Sema Yuce Endama Rêveberiya Kongreya Star Arjîn Firat diyar kir ku Sema Yuce mînakek giranbiha ya têkoşîna doza azadiyê ye û got ku ew ji bo gelê Kurd sembol û nirxek pîroz e.  DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Şengalê derbarê pêknanîn û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de diyar kirin ku divê dewleta tirk axa Efrînê ya dagir kiriye terk bike û gotin:"Dê zihniyeta faşîst a ku Efrîn dagir kir têk biçe."
 
*Jinên TJA’yê diyar kirin ku li Êlihê 250 jin li ser sindoqan hatine peywirdarkirin û ji sedî 75 xebatên hilbijartinê yên bajar dimeşînin. Jin diyar dikin ku ew li kolanê ne, di nav siyasetê de ne û tu car xwe nadin pişt dîwaran. DÎMEN HEYE
 
*Bajarê Anî Antîk ê li navçeya Arpaçay a Qersê ye, hîna jî mîmariya xwe ya kevn diparêze û rastî eleqeyek mezin a turîstan tê. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Partiya CHP’ê Gulseren Onanç, diyar kir ku  ji sedî 30 kotaya jinê li gorî standartên navneteweyî hatine diyarkirin û divê ev ji aliyê partiyan bê destekkirin û pêk bê. 
DÎMEN HEYE
 
*Namzeta rêza yekem a Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven e. Ji jinên li wir ji bo Leylayê xebatên hilbijartinê dimeşînin Hacer Ozdemîr daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de jin bi zanebûn hedef tên girtin û got ji ber armanca wan siyasetek bê jin in û got li Colemêrgê jin bi biryar in û di 24’ê Hezîranê de wê AKP dîsa li Colemêrgê têk biçe. DÎMEN HEYE