Xizmên windayan aqûbeta Mustafa Saygi pirsîn

  • 15:49 16 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - ÎHD û xizmên windayan, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a 488’emîn de, aqûbeta Mustafa Saygi yê li navçeya Pirsûs a Rihayê di sala 1994’an dibin çavan de, hat windakirin pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a  488’emîn li avahiya komeleyê pêk anîn. Rêveber û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Mustafa Saygi yê li navçeya Pirsûs a Rihayê di sala 1994’an dibin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di serî de ez cejna dayîk û hemû kesê pîroz dikim. Bûyerên hatin jiyîn, dibin kontrola desthilatdariyên siyasî yên berê de pêk hatin. Hemû desthilatdariyên siyasî berpirsên vê yekê ne. Ji bo rondikên çavên dayîkan bi dawî bibin, divê hemû kes destên xwe bixin binê kevir.” 
 
Rêvebirê Şaxa ÎHD’a Amedê Adnan Orhan çîroka Sayginê winda vegot û wiha axivî: “Mustafa Saygin di sala 1969’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hat dinê û ji ber bêderfetiyên madî heya dibistana navîn xwend. Saygin di sala 1982’yan de zewicî, 3 keç û 5 zarokên wî hebûn. Mustafa Saygin di 3’yê Hezîrana 1994’an de ji gundê Yogurtçu yê Pirsûsê li motosîkleta xwe ya rengê wê sor siwar dibe û ber bi gundê Alacik ve dikeve rê. Malbata Saygin ji wê rojê û vir ve tu agahiyan ji Mustafa Saygin nagirin. Gava  Saygin bi şev nayê malê, malbata wî dest bi lêgerîna wî dikin. Li ser rê şivan ji malbatê re dibin Mustafa ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Malbata li ser vê yekê demildest diçe qereqola cendirmeyan, lê li wê derê nabînin. Malbat dûre bi nivîskî serî li dozgeriya Komarê dide û dixwaze Mustafa bê dîtin. Di heman demê de îlan windabûna Saygîn didin rojnamê. Lê bi tu awayî Mustafa nayê dîtin.”  
 
Malbata Mustafa Saygi, li DMME doz vekir û doz hîna jî berdewam dike.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat.