Partiyên siyasî çûn serdana HDP'ê: Rojeva sereke Pirsûs e
- 12:51 16 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Partiyên siyasî bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP'ê. Rojeva sereke ya heyeta ku ji CHP, DSP û SP pêk dihat, Pirsûs û hilbijartinên 24'ê Hezîranê bû. Heyetê banga aramiyê dan.
Partiyên siyasî bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP'ê. Rojeva sereke ya heyeta ku ji CHP, DSP û SP pêk dihat, Pirsûs û hilbijartinên 24'ê Hezîranê bû. Heyetan banga aramiyê dan.
Di heyeta HDP'ê ya qebûlkirinê de Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Endamên PM'ê Bedia Akkaya, Cemil Erden cih girtin. Di rojeva serdana cejnê de bûyera Pirsûsê û hilbijartinên 24'ê Hezîranê hebûn. Di heyeta serdanê ya CHP'ê de Cîgira Serokê Giştî yê CHP'ê Lale Karabiyik, Endamên PM'ê Bulent Kuşoglu û Yildirim Kaya hebûn.
Piştî serdana CHP'ê heyeta DSP'ê çû serdana HDP'ê. Di serdana heyetan de hat xwestin ku li dijî provakasyon û lîstikan partiyên siyasî aram tev bigerin.