Li Nisêbînî qaxizên hilbijartinê yên gel avêtin ber deriyê wan
- 10:05 16 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Keyeyê Kuçeya Barişê yê Nisêbînê qaxizên hilbijartinê yên gel avêt ber deriyê wan, hinekan qaxizê xwe yê hilbijartinê li kuçeyê da hev.
Demek kurt ji hilibjartinên 24'ê Hezîranê re ma. Piştî gotinên Serokkomar Tayyip Erdogan ên wekî "Divê HDP di bin bendê de bimîne" "HDP di bin bendê de bimîne dê karê me hêsantir bibe"
êrîş û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêdetir bûn. Li Nisêbîna Mêrdînê tevî zext û zordestiyan gel ji bo hilbijartinê bi roj û bi şev dixebitin.
Berî vê yekê li Nisêbînê kesên HDP'yî rastî êrîşa AKP'yan hatibûn. Niha jî qaxizên hilbijartinê yên gel ji aliyê keyeyê kuçeyê ve tê avêtin. Li Kuçeya Barişê gel qaxizên xwe yên hilbijartinê yên ku keyeyê kuçeyê avêt ber deriyê wan, ji erdê kom kirin.