Jinên Şengalê: Mifteya aştî û azadiyê Abdullah Ocalan e

  • 09:56 16 Hezîran 2018
  • Rojane
Orîvan Ebdo/ Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku ji bo di bin sîwana aştî û azadiyê de wekheviya gelan ava bibe divê Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Jinên Şengalê bertek nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku Abdullah Ocalan her dem li dijî neheqiyê û zilmê sekinî ye û tecrîda giran a li ser wî ne hiqûqî ye. 
 
Şemê Remo diyar kir ku piştî wê fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye wê xwe bi rêxistin kiriye û di nava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de (TAJÊ) cihê xwe girtiye û got:"Tevî ku Serok Apo di zindanê de ye jî dîsa bi îradeyek xurt berxwe dide û ji bo aştî û azadiyê berxwe dide. Divê mirovên ku ji bo azadiyê têdikoşe azad bên berdan."
 
'Rêber Apo ji bo hemû cîhanê têkoşiya'
 
Şemê Remo anî ziman ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan rêya hemû mirovên li cîhanê ronî dike û got:"Serok Apo li dijî hemû nasnameyan cuda her dem bi dilnizmî tev geriyaye û ji bo demokrasiyê û azadiya gelê Kurd berxwe daye lê îro ji aliyê zîhniyetek yekperest dîl tê girtin. Ev ne tiştekî ehlaqî ye. Em wekî jinên Êzidî vê rewşê şermezar dikin û em dibêjin bila hemû rêxistinên mafê mirovan li dijî vê neheqiyê derkevin."
 
'Em dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn'
 
Şemê bi lêv kir ku ew dixwazin êdî bi aştî û azadî pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn. Çimkî ew her dem dilê ronî dike û ew mifteya aştî û azadiyê ye."
 
Her wiha jinên Şengalê di her kêliyê de tînin ziman ku ji bo di bin sîwana aştî û azadiyê de wekheviya gelan ava bibe divê Abdullah Ocalan azad bibe.