Li Edeneyê nîjadperestan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin

  • 15:32 15 Hezîran 2018
  • Rojane
EDENE - Komek nîjadperest êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Navçeya Yuregirê kir. 
 
Piştî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan êrîşên li dijî HDP'ê zêdetir bûn û li Kuçeya Yamaçê ya Navçeya Yuregira Edeneyê jî komek nîjadperest êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. Alên HDP'ê yên li dora buroya hilbijartinê ji aliyê koma nîjadperestan ve hatin jêkirin.