Li Edeneyê nîjadperestan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin 2018-06-15 15:32:30   EDENE - Komek nîjadperest êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Navçeya Yuregirê kir.    Piştî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan êrîşên li dijî HDP'ê zêdetir bûn û li Kuçeya Yamaçê ya Navçeya Yuregira Edeneyê jî komek nîjadperest êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. Alên HDP'ê yên li dora buroya hilbijartinê ji aliyê koma nîjadperestan ve hatin jêkirin.