Aktivîsta TJA'yê Derya Aslan hat binçavkirin

  • 14:16 15 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Aktivîsta TJA'yê Derya Aslan ji wesayeta xwe hat daxistin û hat binçavkirin.
 
Li Navçeya Kayapinara Amedê Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Aslan ji wesayeta xwe hat daxistin û hat binçavkirin. Polîsê ku gotin derbarê Derya Aslan de ihbar heye ew û 3 kesên bi wê re xistin bin çavan. Hat hînbûn ku 3 kesên do hatin binçavkirin, hatin berdan lê Derya hîn di bin çavan de tê girtin.