Êrîşên li ser HDP'ê yên nîjadperest zêde dibin

  • 12:07 15 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên nîjadperest ên li ser HDP'a ku ji aliyê nûnerên dewletê hedef tên nîşandan, zêde dibin. Ji do heta niha li gelek bajaran êrîşên nîjadperest pêk hatin. 
 
Li Pirsûsa Rihayê 4 bazirgan ji aliyê kesên AKP'yî ve hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn. Ji do heta niha li gelek bajaran êrîşên nîjadperest pêk hatin. Daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu yên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef digire, bû sedem ku êrîşên nîjadperest ên li dijî HDP'ê zêde bibin. 
 
Rîze
 
Alên HDP'ê yên ku li pêş avahiya Navçeyê ya Findikliya Rizeyê hatibû aliqandin ji aliyê Emniyeta Findikliyê ve nîvê şevê hat rakirin. 
 
Edîrne
 
Li Qada Cumhuriyetê ya Navçeya Keşana Edirneyê 50 kes kom bûn û afîşa hilbijartinê ya HDP'ê çirandin. 
 
Eskîşehîr
 
Panoyên reklamê yên HDP'ê yên li Kuçeya Hoşnudiyeyê ya Eskişehirê bi alên Tirkiyeyê û kartonan hatin girtin. 
 
Meletê
 
Li Navçeya Hekimhan a Meletê komek faşîst bi dirûşmên nîjadperest tevî darên hesinî êrîşî koma HDP'ê ya ku namzet û Rêveberên Bajêr jî tê de hebûn, kirin. 
 
Kocaelî 
 
Xebatkar û rêveberên HDP'ê dema ku li Golcuk Degirmendere ya Kocaliyê xebatên hilbijartinê dikir rastî êrîşa nîjadperest hatin. Her wiha polîsan jî êrîşên li dijî HDP'ê temeşa kirin.