Namzeta girtî ya HDP'ê Leyla Guven peyama cejnê da

  • 11:06 15 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Colemêrgê ya girtî Leyla Guven ji bo Cejna Remezanê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê peyam şand. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Colemêrgê ya girtî Leyla Guven ji bo Cejna Remezanê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê peyam şand. Leylayê bi têkiliya parêzerên xwe peyama Cejna Remezanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand û  cejna hemû kesî pîroz kir. Di heman demê de wêneyê Leylayê yê ku di destan de kevok hebû û ji aliyê Rojnameger Zehra Dogan ve hatibû xêzkirin jî hat parvekirin. 
 
Peyama Leylayê wiha bû:
 
"Cejna we pîroz be! #ramazanbayramınızkutluolsun @zehradoganjinha'nın resmettiği gibi barışa umut olsun."