Hevserokên HDP'ê peyama cejnê dan
- 17:47 14 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Hevserokên HDP'ê bi boneya Cejna Remezanê peyam dan û gotin:"Bêrîkirinên me wek hevdu ne û têkoşîna me ya hevpar dê me bigihêjîne serkeftinê."
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezai Temelli peyama Cejna Remezanê weşandin û gotin:"Bi baweriya ku em ê edalet, azadî û aştiyê bînin vî welatî em Cejna Remezanê pîroz dikin."
Her wiha Hevserokê HDP'ê gotin:"Em hêvî dikin ku ev Cejna Remezanê bibe sedema aştî û aramiyê. Em hêvî dikin ku piştgirî di nav welatê me yê ku bawerî û çandên cuda di xwe de dihewîne, pêş bikeve."