HDP'ê serdena goristanên Mêrdînê kir
- 16:06 14 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - HDP'yîyan bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên navend û navçeyên Mêrdînê kirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî beşdarî serdan ên goristanên Kerboran, Nisêbîn, Artuklu û Qoserê bûn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên navend û navçeyên Mêrdînê kir. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî beşdarî serdan ên goristanên Kerboran, Nisêbîn, Artuklu û Qoserê bûn.
Gora Ferhat Kurtay hat ziyaretkirin
Heyeta ku Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê Pero Dundar jî tê de di destpêkê de çû serdana Goristana Çeçan a Qoserê û serdana gora Ferhat Kurtay ê ku di 18'ê Gulana 1982'an de li Zindana Amedê bedena da xwe da ber agir.
Piştî xwendina duayan heyet çû goristana li Kuçeya Firatê û gora Parlamenterê DEP'ê yê berê, Mehmet Sincar ê ku di 4'ê Îlona 1993'an de hat qetilkirin.
Piştî rêzgirtinê birayê Mehmet Sincar axivî û got:"Têkoşîna Mehmet Sincar riya me ronî kir. Em ê her dem şopdarê doza têkoşîna wan bin."
Heyet piştre derbasî Nisêbînê bû û goristana Haceca ziyaret kir.