HDP'ê serdena goristanên Mêrdînê kir 2018-06-14 16:06:28   MÊRDÎN - HDP'yîyan bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên navend û navçeyên Mêrdînê kirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî beşdarî serdan ên goristanên Kerboran, Nisêbîn, Artuklu û Qoserê bûn.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên navend û navçeyên Mêrdînê kir. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî beşdarî serdan ên goristanên Kerboran, Nisêbîn, Artuklu û Qoserê bûn.    Gora Ferhat Kurtay hat ziyaretkirin    Heyeta ku Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê Pero Dundar jî tê de di destpêkê de çû serdana Goristana Çeçan a Qoserê û serdana gora Ferhat Kurtay ê ku di 18'ê Gulana 1982'an de li Zindana Amedê bedena da xwe da ber agir.    Piştî xwendina duayan heyet çû goristana li Kuçeya Firatê û gora Parlamenterê DEP'ê yê berê, Mehmet Sincar ê ku di 4'ê Îlona 1993'an de hat qetilkirin.   Piştî rêzgirtinê birayê Mehmet Sincar axivî û got:"Têkoşîna Mehmet Sincar riya me ronî kir. Em ê her dem şopdarê doza têkoşîna wan bin."   Heyet piştre derbasî Nisêbînê bû û goristana Haceca ziyaret kir.