Amedekariya Cejna Remezanê ya jinên Kobanê

  • 15:21 14 Hezîran 2018
  • Rojane
KOBANÊ-Jinên Kobanê ji bo pêşwaziya Cejna Remezanê amadekariyên xwe didomînin.
 
Jinên Kobanê bi boneya Cejna Remezanê amadekariya Cejna Remezanê dikin û kuliçeyan çê dikin. Jinên ku amadekariya Cejna Remezanê dikin got ku ew dixwazin hemû mirovên cîhanê cejnên xwe yên pîroz di bin siya aştî û azadiyê de pîroz bikin. 
 
Jina bi navê Mûna Osman diyar kir ku ew bi hêviyek mezin a aştî û azadiyê amadekariyên xwe yên cejnê dike û  got ku di nav hemû şerd û mercên dijwar de ew ji bo zarokên xwe têdikoşin û ew hêvî dikin ku hemû mirov cejnên xwe bi kêfxweşî derbas bikin. 
 
Mûnayê da zanîn ku zarok ji ber çêkirina Kuliçeyan gelek kêfxweş in û ew ji bo zarok bextewar bibe kuliçeyan çê dike. 
 
Herî dawî Mûnayê anî ziman ku çêkirina kuliçeyan çandek kevnar e û her wiha ew di cejnê de çanda xwe ya kevnar jî didin jiyîn.