Amedekariya Cejna Remezanê ya jinên Kobanê 2018-06-14 15:21:24   KOBANÊ-Jinên Kobanê ji bo pêşwaziya Cejna Remezanê amadekariyên xwe didomînin.   Jinên Kobanê bi boneya Cejna Remezanê amadekariya Cejna Remezanê dikin û kuliçeyan çê dikin. Jinên ku amadekariya Cejna Remezanê dikin got ku ew dixwazin hemû mirovên cîhanê cejnên xwe yên pîroz di bin siya aştî û azadiyê de pîroz bikin.    Jina bi navê Mûna Osman diyar kir ku ew bi hêviyek mezin a aştî û azadiyê amadekariyên xwe yên cejnê dike û  got ku di nav hemû şerd û mercên dijwar de ew ji bo zarokên xwe têdikoşin û ew hêvî dikin ku hemû mirov cejnên xwe bi kêfxweşî derbas bikin.    Mûnayê da zanîn ku zarok ji ber çêkirina Kuliçeyan gelek kêfxweş in û ew ji bo zarok bextewar bibe kuliçeyan çê dike.    Herî dawî Mûnayê anî ziman ku çêkirina kuliçeyan çandek kevnar e û her wiha ew di cejnê de çanda xwe ya kevnar jî didin jiyîn.