'Têkoşîna ji bo çandê planên qirkirinê vala derxist'
- 09:03 14 Hezîran 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk a li dijî çand û nasnameya Kurdan got:"Têkoşîna gelê Kurd a bi salan û xwedîderketina wan a li çand û axa xwe planên qirkirinê yên Erdogan û yên berî wî, vala derxist."
Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan derbarê qirkirina çandê û êrîşên li ser nasnameya gelê Kurd de diyar kir ku parastina çand, wêje, huner, dîrok û kevneşopiyê bingehek xurt a ji bo têkoşînê ava dike û got:"Gelê Kurd ji ber ku bi salan e ji bo çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya xwe têdikoşin vê esas digirin loma nehişt ku neyar bi ser bikevin."
Stêrvan Bozan anî ziman ku xwedîderketina nasmeya neteweyî gelek girîng e û got:"Ji bo em planên qirkirina neyaran vala derxînin divê em di destpêkê de tiştên ku bingeha nasnameya neteweyî ava dike xwedî derkeve. Ev jî çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya me ye. Îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîşek li dijî çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya me heye. Mînaka vê yekê herî dawî me li Efrînê dît ku dewleta tirk û çeteyên OSO'yê çawa êrîşî peykerê Hesinkar Kawa û cihên dîrokî kir. Her wiha Erdogan dîsa li Bakurê Kurdistanê dest dirêjî nirxên gelê Kurd kir. Li Bazidê Peykerên Ehmedê Xanî hat hilweşandin li Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hat valakirin. Li her derê êrîşek mezin li dijî nirx û nasnameya Kurdan heye. Loma divê em xwedî ki nirx û nasnameya xwe derkevin."
'Dem dema xwedîderketina çand û nasnameya xwe ye'
Stêrvanê diyar kir ku divê hemû Kurd bêtir li çand û nasnameya xwe xwedî derkevin û wiha domand:"Bi salane ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan polîtîkayên qirkinê dikeve meriyetê. Lê gelê Kurd tu carî dev ji zimanê xwe berneda û xwedî li çand, huner, dîrok û kevneşopiyên xwe derketin. Niha jî dem dema xwedîdertina çand û nasnameyê ye. Divê em ji her demê zêdetir xwedî li nirx û nasnameya xwe derkevin."
'Têkoşîna Gelê Efrînê sembola parastina çandê ye'
Stêrvanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û wiha got:"Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe li dijî qirkirina çandê sekinînin û niha têkoşîna çand û hunera xwe li Kampên Şehbayê didin. Têkoşîna Gelê Efrînê sembola parastina çandê ye. Ev yek jî girêdana gelê Kurd a ji bo çand û nasnameya xwe derdixe holê. Têkoşîna ji bo çandê ya Gelê Kurd qirkirina li dijî Kurdan vala derxist. Loma divê em wekî gelê Kurd her dem têkoşîna xwe ya ji bo nirxên girîng ên ku nasnameya me ya neteweyî ava dikin, xwedî derkevin.