Li Enqereyê beriya hilbijartinê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
- 10:44 13 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - 3 HDP'yên ku endama PM'a HDP'ê Şehrîban Zugurlî jî di nav de bû hatin binçavkirin.
Operasyona qirkirina siyasî ku beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li dij Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin berdewam dike. Li Enqereyê vê sibehê di operasyona ku serê sibehê hat kirin û bi ser malan de hat girtin de 3 kes hatin binçavkirin. Hat aşkerakirin ku kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zainîn.
Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Endama PM'a HDP'ê Şehrîban Zugurlu, berpirsiyarê standa HDP'ê Şahîn Bardakçi û jinan bi navê Şîlan ku paşnavê wê nehat zanîn.