Li Enqereyê beriya hilbijartinê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin 2018-06-13 10:44:06   ENQERE - 3 HDP'yên ku endama PM'a HDP'ê Şehrîban Zugurlî jî di nav de bû hatin binçavkirin.   Operasyona qirkirina siyasî ku beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li dij Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin berdewam dike.  Li Enqereyê vê sibehê di operasyona ku serê sibehê hat kirin û bi ser malan de hat girtin de 3 kes hatin binçavkirin.  Hat aşkerakirin ku kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zainîn.   Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Endama PM'a HDP'ê Şehrîban Zugurlu, berpirsiyarê standa HDP'ê Şahîn Bardakçi û jinan bi navê Şîlan ku paşnavê wê nehat zanîn.