Ji 103 wênekêşên jin belavoka hevpar
- 10:30 13 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 103 jinan li dijî newekheviya zayendî ya di nava civakê de belavokek weşandin. Jinan di belavoka ku weşandin de wiha gotin: "Em dibêjin ku kesên qadên jiyanî li jinan teng dikin, bedena jinê di wêneyan de wekî obje bi kar tînin û jinê wekî aliyekî civakê nabîn divê ku vê nêrîna xwe ya baviksalar biguherin. Ji bo ku evhişmedî biguhere ger ku pêwist bike, em ê bibin damezrîner, rêvebir, tevlîner û ger ku pêwist bike em ê bibin temaşevan û vê hişmendiyê boykot bikin."
103 jinên ku bi kêşandina wênyan debara xwe dikin li dijî newekheviya zayendî ya di nava civakê de belavok weşandin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Jinên wênekêş diyar kirin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî kesên qadên jiyanî li jinan teng dikin, bedena jinê di wêneyan de wekî obje bi kar tînin û jinê wekî aliyekî civakê nabîn têkoşîna xwe bidomînin.