Ji 103 wênekêşên jin belavoka hevpar 2018-06-13 10:30:47   NAVENDA NÛÇEYAN - 103 jinan li dijî newekheviya zayendî ya di nava civakê de belavokek weşandin. Jinan di belavoka ku weşandin de wiha gotin: "Em dibêjin ku kesên qadên jiyanî li jinan teng dikin, bedena jinê di wêneyan de wekî obje bi kar  tînin û  jinê wekî aliyekî civakê nabîn divê ku vê nêrîna xwe ya baviksalar biguherin. Ji bo ku evhişmedî biguhere ger ku pêwist bike, em ê bibin damezrîner, rêvebir, tevlîner û ger ku pêwist bike em ê bibin temaşevan û vê hişmendiyê boykot bikin."   103 jinên ku bi kêşandina wênyan debara xwe dikin  li dijî newekheviya zayendî ya di nava civakê de belavok weşandin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.   Jinên wênekêş diyar kirin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî kesên qadên jiyanî li jinan teng dikin, bedena jinê di wêneyan de wekî obje bi kar  tînin û  jinê wekî aliyekî civakê nabîn têkoşîna xwe bidomînin.