Avahiyên Modern yên wezaretê dirizin
- 09:15 13 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN- Li Nisêbînê TOKÎ’yên ku hîna çêkirina wan temam nebûye dirizin. Avahiyên ku kevirên wan yên şaneşînê, derî û pençere şikestine, ji ber baranê têk çûne û zerarek mezin dîtine.
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve li 6 taxan avahiyên TOKÎ hatin destpêkirin. Nayê zanîn ku TOKÎ wê kengî bên teslîmkirin û ev salek û nîve jî çêkirina wan didome. Her wiha komîsyona lihevkirinê jî hewl dide malbatên ku TOKÎ’yan naxwazin jî îkna bikin.
Di înşaetê de tên xwarê
Çêkirina 6 hezar û 400 avahiyên ku tê gotin wê di sersalê de bên radestkirin didome. Li gorî agahiyên ji endezyaran hatine girtin hîna salek xebata TOKÎ’yan maye û piraniya wan ji ber şert û mercên hewayê zirar dîtine. Hat hînbûn ku ji ber vê sedemê wê carek din di ber çavan re bên derbaskirin û piranî avahî hem ji derve de û hem jî ji hundir de tên xwarê. Her wiha li herêma ku TOKÎ hene jî hejmara qerekol û MOBESE’yan balê dikşîne.
Avahiyên ku hîmê wan serokwezîr Bîanlî Yildirim avêt û ji aliyê wezîrê bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî ve wek ‘avahiyên modern’ hatin nasandin, beriya ku radestî gel bê kirin, zerar dîtine û rizya ne.
Li taxa Yenîşehîrê jî rewşa avahiyan bi heman awayî ye. avahiyên ku tê gotin du ode ne gelek biçûkin. Her wiha ewlehiya canê karkeran jî tune ye û heta niha ji 10’an zêdetir karker birîndar bûne.