Namzeda Girtî Leyla Guven wiha xebatên xwe dimeşîne!
- 14:37 12 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wênesaz û rojnameger Zehra Dogan ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dimîne, xebatên hilbijartinê yên namzeda HPD'ê ya Colemêrgê ku bi hevalên xwe re li girtîgehê dike xêz kirin.
Wênesaz û rojnameger Zehra Dogan ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dimîne, xebatên hilbijartinê yên namzeda Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Colemêrgê ku bi hevalên xwe yên li heman qawîşê dimîne re dike xêz kirin. Zehra li binê wêneyê ku xêz kir ev not nivîsî: "Xebatên hilbijartinê yên Leyla Guven ku li girtîgehê dike ji aliyê jinan ve rastî elqeyeke mezin tên: HDP; Partiya Jinan e."