Jinên Kobanê pêşwazîya Cejna Remezanê dikin

  • 12:12 12 Hezîran 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê bi munasebeta nêzîkbûna Cejna Remezanê berê xwe didin sûkê û daxwaza wan ew e ku Cejna Remezanê bibe sedema aştî û azadiya mayinde.
 
Jinên Kantona Kobanê bi munasebeta nêzîkbûna Cejna Remezanê ji bo pêdiviyên xwe û zaroken xwe berê xwe didin sûkê û dibêjin em ê axa xwe û nasnameya xwe bi dilekî germ biparêzin û cejna xwe ya remezanê pîroz bikin. 
 
Jina bi navê Ferîde Usmet bi hatina Cejna Remezanê ji bo hemû gelê cîhanê aştî û azadî xwest û got:"Di cejna remezanê de kesên ku ji hev xeyidîbin ji bo xatirê cejna remezanê li hev tên. Em hêvî dikin ku li hemû cîhanê aştiyek mayinde pêk were."
 
'Bila di vê cejna remezanê de herî zêde zarok bextewar bibe'
 
Dîlber Şêxî jî anî ziman ku herî zêde zarok di cejnan de bextewar dibin û got:"Ez hatim sûkê ku ji zarokên xwe re kincan bikirim çimkî di cejnê de herî bêtir zarok kêfa wan tê. Ez hêvî dikim ku cejna remezanê bibe sedem ku hemû zarokên cîhanê di nav aştî û aramiyê de bijîn. Bila di vê cejna remezanê de herî zêde zarok bextewar bibe. Çimkî ew xwedî dilekî pak û saf in."
 
'Di cejnê de hezkirina mirovan zêde dibe'
 
Xanim Hibo jî got ku di cejnê de germahiya dilê mirovan û hezkirina wan zêde dibe û got em dixwazin di cejna remezanê de hemû kes bi dilekî germ hevdu hembêz bikin. 
 
Xanimê malbatên berxwedêran jî bi bîr anî û got:"Em di serî de vê cejna remezanê ya ku jê hindik maye li Rêber Apo li berxwedêrên azadiyê û li şervanên YPJ/YPG'ê pîroz dikin."