Eyşe Sîdo: Tu hêz nikare bawerî û vîna me bişkîne
- 12:00 12 Hezîran 2018
- Rojane
Tolîn Mihemed- Lîlav Elî
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Eyşe Sîdo têkildarî êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê diyar kir ku tu hêz nikare bawerî û vîna Êzidiyan bişikîne.
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn û berxwedana xwe li wir dewam dikin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Eyşe Sîdo têkildarî êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê wiha got:"Dewleta tirk berê bi destên çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê Kurd kirin. Li Şengalê bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û firotin. Niha jî bi destên çeteyên OSO'yê Efîn dagir kirin û zilmê li gel dikin."
Eyşe Sîno got:"Dewleta tirk û çeteyên OSO'yê niha li Efrînê êrîşî cihên baweriya Êzidiyan dikin. Tehemula wan li dijî bawerî û rengên cuda tuneye. Tenê li ser yekperestiyê pergala xwe ava dikin û kesên ne ji wan be jî qetil dikin."
Eyşeyê da zanîn ku dê tu hêz nikaribe vîna wan teslîm bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike li Efrînê pirrengiyek û pirçandî hebû. Niha zilim li gel tê kirin û li ser gel gotinên xwe û pêkanîn xwe ferz dikin. Tehemula wan li dijî baweriyên cuda tuneye. Rêber Apo xwedî fikir û ramanên berfireh e ew rêzdariyê li dijî her bawerî û nîjadî nîşan dide lê yên ku dewleta tirk bi rê ve dibin ne wiha ne. Loma em hêza xwe ji Rêber Apo digirin û li ser esasa fikirin wî em xwe bi rêxistin dikin. Em dibêjin serkeftin a me ye."