'Wê jin hemû listikan têk bibin'
- 10:23 12 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Namzeda parlamenteriyê ya Stenbolê Oya Ersoy, çû serdana jînên siyasetmedar ên li Girtîgeha Kandrayê. Siyasemedarên jin ên ku silavên xwe ji jinan re şandin gotin,"Wê jin hemû lîstikan têk bibin."
Ji namzedên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, çû serdana siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê. Oya ya ku li girtîgehê serdana Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê ku parlementeriya wê hat xistin Selma Irmak, Hevşaredara Amedê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Nurhayat Altun, Hevşaredara Dêrsimê ya berê Edîbe şahîn û cîgira Hevserokên HDP'ê ya berê Aysel Tugluk kir. Piştre daxuyanî da.
Oya ya ku peymên jinên ji girtîgehê şandin da wiha got: "Ji hemû hevalan re silavên wan hene. Bi taybetî jî silavên xwe yên germ ji jinan re şandin. Siyasetmedarên jin ên girtî diyar kirin ku ew ê jin hemû lîstikan têk bibin." Oya di berdewamiya axafitna xwe de got ku ger HDP bendê derbas neke wê li şûna 36 jinên HDP'yê ku biçin meclisê wê 36 parlamenterên mêr ên AKP'ê biçin meclisê û banga hilweşandina bendavê kir. Oya wiha berdewam kir: "Ji ber wê ez dibêjim ku divê jin seferber bibin ji bo ku em bendavê hilweşînin."
Hat diyarkirin ku wê îro jî Oya biçe serdana Hevserokê HDP'ê û namzedê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş yê li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin.