Li girtîgehan îşkence didome: Zext her ku diçe zêdetir dibe

  • 09:17 12 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re, Selma Altan diyar kir ku li girtîgehan îşkence didome û got:"Rejîma dîktatoriyê bi hemû qirêjiyên xwe amadekariya hilbijatinan dike û bi vê yekê girêdayî zextên li ser girtîgan bêtir zêde bû."
 
Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re, Selma Altan derbarê rewşa girtîgehên li Herêma Egeyê agahî da û got:"Rejîma dîktatoriyê bi hemû qirêjiyên xwe amadekariya hilbijatinan dike û bi vê yekê girêdayî zextên li ser girtîgan bêtir zêde bû. Divê demildest rewşek mirovahî pêk were. Mûhalefet bi damgaya "teroristbûyinê" yan tê binçavkirin an jî bi şerdê kontrola edlî tê berdan."
 
Selmayê da zanîn ku zextên li ser civakê di girtîgehan de bêtir rû dide û got:"Li ser girtiyên siyasî tecrîd heye, li girtîgehan îşkence tê kirin, ferzkirina nasnameyê heye, li ser lingan hejmartin tê ferzkirin, astengiyên çalakiyên civakî hene, name û faksan nagirin hundir, tehdît heye, sewqê nexweşxaneyê tê dirêjkirin, hevdîtina bi malbatan re tê sînorkirin, ferzkirina lêgerîna tazî heye. Ev binpêkirina mafan hemû li girtîgehan hene."
 
Selmayê da zanîn ku li Girtîgehên Tîpa R'yê ya Menemenê di odeyên 10 kesî de 20 kes tên girtin û got:"4 girtiyên siyasî piştî gireva birçîbûnê hatin sirgunkirin. Dicle Bozan şandin Xarpêtê, Yusuf Bulut şandin Ispartayê, Ergin Aktaş û Ahmet Hemî jî xistin heman odeyê. Komplîkasyonê ku piştî gireva birçîbûnê bi nexweşan re çê bû jî didome.  
 
'Nahêlin vantilator bê girtin'
 
Selmayê da zanîn ku ji ber germê vantilotar tê bikaranîn lê vantilator kêm in û nahêlin ên nuh bên girtin û got:"Li girtîgehê nahêlin girtî derkevin qadên werzîşê, derketina wan a qadên çand û civakiyê tê qedexekirin, ji xeynî kuranê nahêlin tu pirtûkên din têxin hundir."
 
'Li Girtîgeha Akhisarê hevdîtina bi malbatan re hat sînorkirin'
 
Selmayê bi lêv kir ku li Girtîgeha Akhîsarê hevdîtina bi malbatan re ya 50-60 dk. daxistine 25-30 dk'yê û got:"Alavên ku malbat tîne îdareya girtîgehê nahêle ku girtî bigirin, li girtîgehan îşkece didome. Bi taybet zextên wekî tecrîd, îşkence yên li ser girtiyên siyasî didome. Divê ev rejîma faşîzan a îşkenceyê li girtiyan dike bi dawî bibe. Divê îdareya girtîgehan  li gor mafên girtiyan tev bigere."