‘Serok wateya jiyana me ye’
- 09:05 12 Hezîran 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED – Jinên Amedê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û anîn ziman ku bi girankirina tecrîdê re rewş ber bi xirabiyê ve diçe.
Jinên Amedî tecrîta ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye şermezar kirin. Jinên Amedî anîn ziman ku bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê şer giran bûye û cihan ber bi rewşeke xirab ve diçe.
Jina bi navê Methiye Çakmak di serî de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar û wiha got: “Me bi Rêberê xwe berxwedan nas kir û em bi saya berxwedana jinan jî bûn xwedî maf û îro li mafên xwe xwedî derdikevin. Ji her aliyê ve kêmasiyên me hebûn, lê em bi fikr û ramanên Serok hişyar bûn. Ev 19 sale Serok di girtîgehê de tê girtin û demeke dirêje jî ji aliyê delwtê ve tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Em vê tecrîêde qebûl nakirin û şermezar dikin. Em dixwazin ku serokê me azad bimîne û bê nav me.”
‘Dawiya hemû şeran aştiyê divê dewlet vê ji bîr neke’
Jina bi navê Hamdiye Tekîn jî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan giran bûye weke zilmekê bi nav kir û wiha destnîşan kir: “Bi salan e li ser Serok tecrîd giran bûye û bi giran kirina tecrîdê re zext û zilm jî zêde bû. Di serî de zilm li ser Serok tê kirin û em dixwazin ku di demeke nêz de tecrîda li ser Serok bê rakirin û ew jî wek kesên din azad bibe. Ev xebatên ku îro em dikin hemû ji bo azadiya Serok in. Em jin bi saya Serok azad bûn û niha jî dora me jinan e ku em Serokê xwe azad bikin. Dawiya her şerî azadî ye. Bila dewlet vê ji bîr neke. Dewletê bawer dikir ger ku tecîrîd bê girankirin wê kurd li cihê xwe rûnên. Lê belê kurd tu carî nasekinin û li dijî zext û zilmê wê tim serî rabikin.”
'Cîhan bûye cîhana zilmê'
Jina bi navê Aygul Çeleng jî bi rondikên çavên xwe ev tişt got: “Ez van rondikên çavan ji bo serokê xwe dibarînim ez dixwazim ku serokê me aad bibe. Ji bo azadiya wî çi ji destê min bê ezê bikim. Serok wateya jiyana me ye. Em êdî azadiyê dixwazin. Cîhan bûye cîhana zilmê lê em bi biryar in em ê azadiyê û aştiyê bînin welatê xwe. Ji ber vî şerê bi sedan jin, zarok û mêr hatin kuştin. Wê rojekê ev zilm bi dawî bibe. Çawa ku dehaqê zilimkar di dawiyê de winda kir wê Erdogan jî winda bike. Bi girankirina tecrîdê li Kurdistan û Tirkiyeyê şer giran bû û cihan ber bi rewşeke xirab ve diçe.”