'Felsefeya Abdullah Ocalan bendava koletiya civakê şikand'

  • 09:04 12 Hezîran 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê  Meryem Ehmed tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kir û got:"Felsefeya Abdullah Ocalan bendava koletiya civakê şikand. Loma divê Rêber Apo yê xwedî nirxên giranbiha azad bibe."
 
Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê  Meryem Ehmed tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kir û got:"Bi vîn û îradeya jinên azad em ê Rêberê xwe rizgar bikin û bi saya felsefeya wî em ê siberojên azad biafîrinin."
 
'Dewletên navneteweyî û dewleta tirk tenê berjewendiyên xwe difirikirin'
 
Meryem Ehmed diyar kir ku hêzên navneteweyî fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo xwe wekî talûkakê dîtin û got:"Ji ber ku Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe li dijî kapîtalîzmê û berjewendiyên kesayetî derdikeve loma ji aliyên hêzên navneteweyî hedef hat girtin û komployek navneteweyî li ser wî pêk hat. Dewletên navneteweyî û dewleta tirk tenê berjewendiyên xwe difirikirin. Bi komplo û tecrîda giran a li ser Rêber Apo dixwazin hêza gelê Kurd jî bişkînin. Lê bila vê yekê baş bizanibin ku ew dê tu carî nikaribin hêz û îradeya gelê Kurd bişkînin."
 
'Gelê Kurd dê bi vîna xwe ya azad tecrîdê bişkînin û bi ser bikevin'
 
Meryemê da zanîn ku gelê Kurd dê bi vîna xwe ya azad tecrîdê bişkînin û bi ser bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Kurd ji dîrokê heta niha tevî hemû zext û pêkûtiyan li ser lingên xwe sekinînin û bejna xwe li ber desthilatdar û mêtingeran netewand. Em ê bi heman hêzê têkoşîna xwe bidomînin û Rêberê xwe azad bikin. Çimkî mirovên ku fêda wan ji civakê re tê û civakê ronî dikin divê azad bin."