Xwendekarên zanîngehê: Divê 24'ê hezîranê pergala perwerdehiyê bê guhertin
- 09:03 12 Hezîran 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
MÛŞ-Ji dema hikûmeta AKP'ê hetanî niha pergala perwerdehîyê her sal hatiye guhertin. Xwendekarên zanîngehê der barê pergala perwerdehiyê de nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin şûnde her qadên jiyanî û perwerdehiyê jî hatine xetimandin. Her sal ji aliyê îktîdara heyî ve pergala perwerdehiyê tê guhertin. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin ku piştî OHAL'ê şûnde zanîngeh ji zanîngehiyê derketine û gotin ku divê bi lez pergala perwerdehîyê bê guhertin.
'Divê îktîdar pêşniyarên xwendekaran esas bigire'
Ji xwendekaran Ozlem Seyyaa ya ku li zanîngeha Alparslan ya Muşê beşa Felsefeyê dixwîne anî ziman ku kesên wekî hikûmetê nefikirin tên hedef girtin û wiha axivi;"Di zanîngehê de pêvçûnên çep û rastan pir hene. Kesên ku wekî hikûmetê nefikirin, tên hedefgirtin. Kesên ku cuda difikire wan ditirsînin. Divê di nav xwendekaran de cudahiyên bi vî awayî çênebin. Li hemberî cudahiya fikran û bîrdoziyan divê rêz bê girtin. Ev zext û êrîş piştî îlankirina OHAL'ê zêde bûn. Zanîngeh qadên berfireh in. Divê fikra her xwendekaran esas bê girtin. Em di van şert û mercan de ji bilî perwerdehiyê her tiştekî dibînîn. Divê di zanîngehan de pirbûyina bîrdoziyan û zêdebûna rengan esas bê girtin. Ez beşa felsefeyê dixwînim, lê em waneyên li dijî beşa xwe dibînîn. Ev yek me xwendekaran zêde teng dike. Di 24'ê hezîranê de kî were îktîdarê divê destpêkê pêşniyarên xwendekaran esas bigire. Gelo der barê perwerdehiyeke nû xwendekar çi dixwazin? Divê bê pirsîn. Divê ev pergala perwerdehiyê a heyî bê guhertin."
'Tu eleqeya waneyên ku dibînim û beşa min bi hev tune ye'
Xwendekara ku li Zanîngeha Erzîncanê perwerdehiya bilind dibîne ya bi navê Çîler Firat jî da zanîn ku perwerdekar li gorî birdoziyan xwendekaran ji waneyan derbas dikin û wiha got:"Ew beşa ku ez dixwînim û ew waneyên ku ez dibînim di navbera wan de zêde cudahî heye. Ez ji vê rewşê gelek aciz im. Ji ber ku rewşa OHAL'ê heye, mamoste çawa dixwazin wisa tevdigerin. Em bi çavên xwwe dibînin ku xwendekar li gorî bîrdoziyê xwendekaran ji waneya derbas dikin. Ez kurd im, Elewî me. Ji ber vê jî pir rehet me cuda dibînin. Pêwîst e perwerdekar bi tu awayî li gorî bîrdozî û neteweyan nêzî xwendekarên xwe nebibin. Hikûmeta AKP'ê niha li her deverekê serweriya xwe ava kiriye. Ev yek jî li ser me xwendekaran bandoreke neyînî dike. Em dixwazîn ku ev pergala heyî bi lez bê guhertin. Divê ew waneyên ku li derveyî beşê bi tu awayî neyên dîtin û bên rakirin. Teqez ez dixwazim 24'ê hezîranê HDP bi ser bikeve."
'Divê pergala perwerdehiyê biguherînîn û bidîn guhertin'
Xwendekara bi navê Dilşan Kaçar jî diyar kir ku pêwîstî bi perwerdehiya kesane heye û wiha pê de çû;"Ji dîrokê heyanî niha her tim perwerdehiya welatan aboriya wan pêşve biriye. Her gav pergala perwerdehiyê tê guhertin. Ev yek me xwendekaran pir diwestîne. Êdî rêzgirtina li hemberî perwerdekaran nemaye. Bi taybetî jî gava ku em li vê serdemê dinêrîn, pêşketina perwerdehiya kesane tune ye. Mamoste tenê bi ezmûna KPSS re rû bi rû tên hiştin û her tişt girêdayî vê ezmûnê ye. Divê pergala perwerdehiyê li Tirkiyeyê bê guhertin.