ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 12 Hezîran 2018
  • Rojev
*Hikumeta AKP'ê li Kurdîstanê her roj destê xwe dirêjî xwezayê dike. Bi hilweşandina ekolojiyê dixwaze xwezayê bikuje.  Li gelek gundên girêdayî navçeya Tetwanê bi minesebeta ewlehiyê dar hatine birîn. Di heman demê de darên ku tên birîn tên firotin.  BI DİMEN
 
*Jinên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet di meha remezanê de xwarinê çê dikin û bi cîranên xwe re parve dikin. Bi vê yekê germahî û têkiliya di navbera cîrantiyê de pêş dixînin. DÎMEN HEYE
 
*Ji dema hikûmeta AKP'ê hetanî niha pergala perwerdehîyê her sal hatiye guhertin. Xwendekarên zanîngehê der barê pergala perwerdehiyê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê  Meryem Ehmed tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kir û got:"Felsefeya Abdullah Ocalan bendava koletiya civakê şikand. Loma divê Rêber Apo yê xwedî nirxên giranbiha azad bibe." DÎMEN HEYE
 
*Jinên bi navê Ummuhan Kaya û Necmiye Meres ên ku li ser riya Mîlas-Sokeyê di tesîsekê de dixebitin diyar kirin ku ew li gund nikarin çandiniyê bikin û ji ber vê li vir bi çêkirina patîleyan debara xwe dikin. DÎMEN HEYE
 
*Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan asta pêşketina welatekî bi girtina ‘cemedankê’ vegot, lê li gundê Yalankoz av tuneye. Ji ber gundê Kurd Elewî ye bi salane tê mexdûrkirin. Jinan diyar kirin ku alavên wan ên ceyranê heye lê av tuneye. DÎMEN HEYE
 
*Endama Partîzan a di hilbijartinê de bi HDP’ê re bûye hevkar, Rahîme Karvar  diyar kir ku wê têkoşîna wan bi hilbijartinê sînor nebe û wiha got: “Heta Kurd zimanê xwe bi kar neyne, erdnîgariya xwe bi rê ve nebe û nebe netew em ê bi HDP’ê re ligel hev bixebitin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Êlihê ku ji xebatên jinan re pêşengiyê dikin her malê ziyaret dikin û gotin ew dema diçin sindoqan gelek sedemên wan hene û gotin: “Em ê çawa Dayika Taybet ji bîr bikin ku dernekevin kolanan.”
 
*Jinên KESK’ê yên rastî polîtîkayên zextê û îxracê yên AKP’ê hatin, diyar kirin wê dengên xwe bidin HDP’ê û wiha gotin: “Di vê hilbijartinê de dengên me ji partiya hêvî, demokrasî û pêşerojê re ye.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re, Selma Altan diyar kir ku li girtîgehan îşkence didome û got:"Rejîma dîktatoriyê bi hemû qirêjiyên xwe amadekariya hilbijatinan dike û bi vê yekê girêdayî zextên li ser girtîgan bêtir zêde bû." DÎMEN HEYE