Tecrubeyên xwe bi jinên ciwan parve dike

  • 15:44 11 Hezîran 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jina bi navê Semîra Şukerî tecrubeyên xwe yên bi salan bi jinên ciwan re parve kir, di warê tenduristiya jinê de agahî da û  got:"Jinên ku nû zarokên wan çê dibe divê li xwarina xwe miqate bin û divê zarokên xwe bi şîr û bi hilberînên şîr xwedî bikin."
 
Jina bi navê Semîre Şukerî (44) ya ji Kobanê ye, dermanê xwezayî çê dike û bi saya tecrubeyên xwe yên bi salan jinan derbarê tenduristiyê de agahdar dike. Semîreyê dibêje zarokên ku nexweş dikevin divê xwarinên vîtamîna wê zêde bixwin.
 
Semîrayê da zanîn ku divê dema ku jin zarokan tîne cîhanê li xwe jî miqate bin çimkî dema ku jin nû zarokan tînin cîhanê bedana wan bêtir ji teqet dikeve. 
 
'Divê jin tiştên xwezayî bixwin'
 
Her wiha Semirayê da zanîn ku divê dayikên hîn nû zarok anîbin li xwarina xwe baldar bin ji ber ku ew xwarin bandorê li ser zarok dike. Semirayê diyar kir ku divê jin tiştên xwezayî bixwin û fêkiyan bixwin û tiştên zêde bi dohn nexwin.