Dozgerê Girtîgehê: Rapora Derbkirinê ne 'delîlê' îşkenceye ye

  • 11:30 11 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN -Malbatên girtiyên Girtîeha Tîpa M a Îskenderûnê diyar kirin ku xizmên wan ji ber ku bi kurdî axivîne hatine derbkirin, ava sar bi ser wan de hatiye rijandin û hatine derbkirin. Malbatan anî ziman ku serlêdana sûc a ji caliyê girtiyan hatiye kirin jî ji aliyê dozgerê girtîgehê ve bi hinceta "Delîl tune ye" nehatiye qebûlkirin.
 
Piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê ji biryarên ku ji aliyê ve yên tundî û tûjiyê ku hat girtin herî zêde girtî bi bandor bûn. Bi taybetî jî bi Biriyarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên ku hatin derxistin pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan zêde bûn. Ji van girtîgehên ku pêkanînên kêfî lê zêde bûn û ket  rojevê jî Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê ye.  Li heman girtîgehê di meha buhirî de ji ber ku girtî li girtîgehê bi hev re bi kurdî axivîbûn hatibûn derbkirin. 
 
Girtiyên ku cezayê ragihandinê li wan hat birîn, di peyamên ku bi riya malbatên xwe ji derve re şandin de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 
'Ava sar bi ser de rijandin û lê dane'
 
Girtiyan tiştê ku jiyan di hevdîtinên ku bi malabtên xwe re kirin de vegotin. Malbatan derbarê bûyerên ku hatin jiyîn de ev agahî dan: "Ji xwe her gavê bi pêkanînên dijmirovî yên gardiyanan re rûbirû dimînin. Herî dawî jî ji ber ku bi kurdî axivî bûn hatibûn derbkirin.  Niha jî bi ser wan de av rijandine û li wan dane.  Hemû girtiyên di qawîşê de bi heman pêkanînê re rûbirû mane.  Girtiyên ku li dijî vê derketine jî avêtine hucreyan bû îşkence li wan kirine."
 
Li gorî dozger rapora derbê ji bo 'delîl' ne bes e!
 
Dozgeriya girtîgehê ji girtiyên ku rapora derbê girtin û gilî kirin re got, "Tu delîlekî ku îşkence li we hatiye kirin tune ye. Ez ji ku zanim ku hûn derewan nakin?  Ji ber wê ez ê tu tiştekî nekim." Girtiyên ku gotin dozger rapora ku hatine derbkirin qebûl nekiriye banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 
Derbarê tişta hat jiyîn de malbatên du girtiyna serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.