Perwerdeya birdozî ya li Akademiya Şehîd Binevş bi dawî bû
- 09:11 11 Hezîran 2018
- Rojane
NûpeldaTêkoşîn/OrîvanEbdo
ŞENGAL - Perwerdeya birdozî ya 15 rojan li Akademiya Şehîd Binevş a Şengalê dihat dayin bi dawî bû. Di perwerdeya birdoziyê de deh mamoste hatin perwerdekirin. Her wiha bi munasebeta bidawîbûyina perwerdeya birdozî şahiyek hat lidarxistin.
Perwerdeya birdozî ya 15 rojan li Akademiya Şehîd Binevş a Şengalê dihat dayin bi dawî bû. Di perwerdeya birdoziyê de deh mamoste hatin perwerdekirin. Her wiha bi munasebeta bidawîbûyina perwerdeya birdozî şahiyek hat lidarxistin. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîda Şengalî û mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûn, dan zanîn ku perwerdeya birdozî ji bo pêşketina jinê û civakê gelek girîng e, divê perwerde her dem bê dîtin.
Ferîda Şengalî bal kişand ser tevgera têkoşîna jiyanek azad û got:"Em gelek kêfweş in ku jinên Êzidî beşdarî perwerdeyê dibin û xwe pêş dixin. Perwerde wekî av û nên girîng e divê em ji bo her qada jiyanê perwerdeyê bibînin û girîngiyê bidin perwerdeyê. Em ê li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo perwerdeyên xwe berdewam bikin."
'Me gelek feyz ji vê perwerdeyê girt'
Mamoste Sebîha Sebrî ya ku cihê xwe di rêveberiya mamosteyan digire derbarê perwerdeyê de wiha got:"Ev 15 roj in me perwerde dît. Ev perwerde ji bo me gelek girîng bû. Me di perwerdeyê de dît ku ka em ê di civakê de çawa nêzî zarokan bibin û wan perwerde bikin. Girîngiya mamosteyan a di civakê de çi ye, em li ser van esasan sekinî û me gelek feyz ji vê perwerdeyê girt. Ji ber ku di nava civakê de rola mamosteyan gelek girîng e divê mamoste jî her dem bên perwerdekirin."
'Perwerde jiyanê azad û aram dike'
Mamoste Nisrîn Sedo jî wiha got:" Min jî wekî mamosteyekê di vê perwerdeyê de cihê xwe girt û gelek min feyz ji vê perwerdeyê girt. Di perwerdeyên bi vî rengî de mirov xwe û dîroka xwe nas dikin. Ji ber ku di perwerdeyê de mirov xwe pêş dixin, civak jî bi vî awayî pêş dikeve. Perwerde jiyanê azad û aram dike loma divê em wekî jin girîngiyê bidin perwerdeyê û beşdarî perwerdeyê bibin. Banga min ji hemû jinan ew e ku bê perwerde nemînin."
'Mamoste hêviya civakê ne'
Mamoste Cîhan Elî jî diyar kir ku mamoste hêviya civakê ne û got:"Dema ku ez beşdarî perwerdeyê bûm ez gelek bi kelecan bûm. Piştî perwerdeyê min girîngiya perwerdeyê bêtir fam kir. Ez gelek tişt hîn bûm. Niha nêzikatiya min a li dijî zarok û civakê bêtir guhert. Loma divê em hemû jin bên perwerdekirin ji ber ku jin awêneya civakê ye."