2 hezar û 500 jinên li stargehan wê nikaribin dengên xwe bi kar bînin
- 09:07 11 Hezîran 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL - Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 2 hezar 500 jinên li stargehan dimînin wê di 24’ê hezîranê de dengên xwe bi kar neynin. Parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku bi hinceta ‘veşartinê’ mafên wan ê bikaranîna deng hatiye xespkirin û got tevî hemû pêşniyarên wan Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî pirsgirêk çareser nekiriye.
Jinên li stargehan dijîn nikarin dengên xwe bi kar bînin û femînîst parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku pirsgirêk bi zanebûn nehatiye çareserkirin. Li gorî qanûnan navnîşana stargehan ji bilî rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ji kesî re nayên gotin û ji ber biryara ‘veşarî’ sindoqan nakin stargehan. Esînê destnîşan kir ku di vê rewşê de binpêkirinek din a mafan tê jiyîn û mafê herî sereke yê destûra bingehîn mafê hilbijartinê ye.
Esînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku behsa 5 hezar û 500 jinî tê kirin û got mafê wan hatiye xestpkirin û divê demildest ev bê çareserkirin.
Çareserî:Divê wezaret û YSK bi hev re bixebitin
Esînê daxuyakirin ku wan wek parêzeran pêşniyariyên çareseriyê bi rayedaran re parve kirin û wiha pê de çû: “Çawa li girtîgeh û aramxaneyan sindoq tên dayîn dikarin li stargehan jî bê avakirin. Navnîşanan dîsa bi peywirdaran re parve bikin. Wezara Polîtîkayên Civakî û Malbatî û YSK dikarin vê bi rehetî çareser bikin. Me pêşniyara ku dengan li ser pêkanîna e-devletê bidin jî kir.”
‘Wezaret pirsgirêkê çareser nake’
Esînê diyar kir ku yek ji pirsgirêkên ku divê wezareta malbat û civakî çareser bike ev e û got tevî daxwazên wan pisgirêk nayê çareserkirin.