Jinên Bedlîsê:Em ê 24'ê hezîranê ji kujerên jinan hesap bipirsîn
- 09:01 11 Hezîran 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
BEDLÎS-Li Tirkiyeyê gel dê di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên Bedlîsê diyar kirin ku ew ê dengê xwe ji bo demokrasiyê bi kar bînin.
Li Kurdîstanê xebatên hilbijartinê di nav qedexe û astengiyan de li her bajar, tax û navçeyan berdewam dikin. Li Serhedê jî jin dixwazin bi dengê xwe demokrasî, azadî û aşitiyê bînin. Jinên Bedlîsê bang li hemû jinan kirin ku di 24'ê hezîranê de dengê xwe ji Aşitî, Demokrasî û wekheviyê re bi kar bînin.
'Em ê jin di 24'ê hezîranê de hesap bipirsin'
Jina bi navê Xanim Çakir anî ziman ku ew ê di 24'ê hezîranê de bi dengê xwe ji kujerên jinan hesab bipirsin û wiha axivi;"Bi salane em jin li her deverên Tirkiyeyê tên qetilkirin. Ev 16 sal in bi tu awayî qirkirina jinan nehate sekinandin. Zêde bû lê kêm nebû. Yêkem sedema vê jî bêgûman polîtikaya heyî ye. Em jin divê bibîn yek û vê hilbijartinê wekî fersendekê bibînîn. Di her guhertina pêvajoyê de em hatine qetilkirin û em jin tune hatine hesibandin. Divê em di 24'ê hezîranê de ji kujerên Ozgecanê hesab bipirsîn. Divê em jin hemû dengê xwe bikin yek. Ji ber ku her dayîkek û jinek bêgûman aşitiyê dixwaze. Ji ber vê yekê jî divê em di 24'ê hezîranê de ji hişmendiya ku her roj jinan dide kuştin re bibêjîn êdî bes e û em vê hişmendiyê bikîn sindoqan."
'Ez dibêjim HDP û Em dikarin'
Hesîbe Durman jî daxuyand ku jinan her aştî xwestine û wiha berdewam kir;"Ez ê dengê xwe bidim têkoşîna gelê kurd. Ev 16 sal in em têne kuştin, qetilkirin û tune hesibandin. Ji bo ku mirov van pêkûtiyan nebîne divê mirov kor be. Zilmeke hovane li ser serê me heye. 24'ê hezîranê ji bo me hêviyeke pir nêz e. Em dayîk êdî naxwazînrondikên çavan bibarînîn. Em ji vê hilbijartinê bawer û hêvîdarîn. Êdî dem dema xwedîderketina li dengê xwe ye. Dengê ku em ê bi kar bînîn dê gelek tiştan biguherîne. Divê herkes bi taybetî jî jin bi vê hesasiyetê nêz bibin. Dengê me bila bibe sedema jiyaneke nû. Bila êdî hêvî û baweriyên zarokên me ne perçiqin. Ji ber ku her rengê jiyanê di nava xwe de dihewîne dibêjim HDP û dibêjim em dikarin."
'Em ê bi ser bikevin'
Jina bi navê Hurî Durman jî destnîşanî hilbijartina 24'ê Hezîranê kir û got ku dê 24'ê Hezîranê gel bi serbikeve û wiha got:"Ev 16 sale zilmê hêviyên me, baweriyên me û yêkitiya gelan ji holê rakir. Li ku derê Tirkiyeyê mirovek rast axivî be hatiye girtin yan jî hatiye kuştin. Em van dibînîn. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Ji ber ku em bi salane di bin zordestîyê de ne. Ji ber ku em yekitiya gelan diparêzîn em li her derê têne kuştin. Ji van pêkûtiyan re êdî bes e. Li dijî tundiyê hêvîyên me her tim geş bûn. Em pir bi moralîn ji ber ku em dizanîn em ê bi ser kevin. Em dikarîn biguherînîn hêza me heye û em xurt în."
'Li ser sindoqan divê Ugur û Ceylan werin bîra me'
Mecbure Ataşli jî daxuyand ku ji bo êdî zarok neyên kuştin ew dibêje HDP û wiha domand:" Divê êdî herkes çavê xwe veke. Dewlet bi zilma xwe me dikuje her roj divê gelê kurd vê pêvajoyê baş bibîne û bixwîne. Em aşitîyê dixwazîn. Bijî aşitî. Gava ku em diçîn ser sindoqan divê em Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û yên din bînin bîra xwe. Ji bo ku êdî em dayîk mirinê nebînîn divê em bibêjîn HDP û dengê xwe bidin HDP'ê."