Heyetên HDP'ê li Kurdistanê bi coş tên pêşwazîkirin
- 18:25 10 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amed û Mêrdînê serdana gel kirin û bi gel re hatin cem hev.
Rezan
HDP’ê 13 gundên navçeya Rêzana Amedê ziyaret kir û lî Li Licê jî namzedên HDP'ê bi gel re hatin gel hev.
Namzeta HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz, rêvebirên navend û navçeyê ya HDP’ê bi gelek erebeyan li gundên Has Hawar, Hawara Dehlê, Hebeşî, Mezra Çemika, Kirdo, Duger, Bagçika, Hecîkoç, Textê Rayt, Gûnya, Kahniya Dirikê, Komderesi, Keloşk ên navçeya Rêzan a Amedê ziyaret kirin. Heyeta ku çû li her gundî jinan bi Kesk, Sor, Zer û tililiyan ew pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê jin û heyetê bi hev re govend gerandin . Di gerandina govendê de jinan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Piştî ku li her gûndî govend hat gerandin Namzeta HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz axaftinekî kurt kir. Saliha Aydenîz bal kişand ser hilbijartina ku di 24’ê Hezîranê de bê kirin û anî ziman ku roja hilbijartinê hemû kes xwedî sindoqan derbikevin. Gel jî ev tişt got: “Em baş dizanin ku dengêxwe bidin kî. Bi salane îktîdar li ser me kurdan zilmê dike, êdî roj hatiye ku dawî vî zilmê bînin. Em ê roja 24’ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP’ê. Em ê roja hilbijartinê xwedî sindoqên xwe derbikevin. Em ê heta dawiyê li ser sindoqên xwe bisekinin.”
Her wiha ji aliyekî ve jî kêf û kelecana zarokan bala mirovan dikişîne. Zarokan kincên kesk, sor, zer li xwe kir û drûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî HDP” berz kirin.
Piştre Heyeta HDP’ê ji gûndan veqetiya.
Licêyê
Heyeta HDP'ê li Licêyê bi gel re hat gel hev û hevdîtin kir. Heyeta ku li gundê Korxa, Marke, Xweylî, Xana Lelê, Bîryas û li Has began bi gel re hat gel hev bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Namzeda HDP'ê Ferda Fahrî Oglu axaftin kir û diyar kir ku AKP îslamiyetê ji bo xwe bi kar tîne.
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî Heyeta HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Komeleya Suryaniyan a Jinan (SURKADÎM) û jinên li komeleyê ziyaret kirin. Heyeta ku ji aliyê jinên Sûryanî ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin bi jinan re li ser 24'ê Hezîranê nirxandin kir.