Lişkeran gundî tehdît kirin
- 15:11 10 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Welatiyên li gundê Bahwarê yê Midyadê ku di hemû hilbijartinan de ji sedî 80 dengê xwe didin HDP'ê ji aliyê fermandarê qereqola navçeyê ve ji bo ku dengê xwe nedin HDP'ê hatin tehdîdîtkirin. Fermandar bi van gotinan gundî tehdît kir: "Hûn di hemû hilbijartinan de dengê xwe didin HDP'ê . Vê carê tiştekî wiha nekin."
Li Mêrdîna ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi coşeke mezin lê berdewam dikin di heman demê zextên dewletê yên li ser welatiyan jî berdewam dikin. AKP'ya ku li Mêrdînê bi piştgiriya walî û qeyûmên şaredariyan li ser piyan dimîne, piştevaniyek jî ji bo wê ji leşkeriyê hat. Ji gundê Bahwarê yê girêdayî Midyadê 10 gundî gazî qereqola navçeyê hatin kirin û wiha hatin tehdîtkriin: "Dengê we di hemû hilbijartinan de ji HDP'ê re diçe. Hûn bi rêxistin tevdigerin. Di vê hilbijartinê de tavil hûn tiştekî wiha dikin."