'Em ê di 24'ê Hezîranê de hesabê Komkujiya 10'ê Cotmehê bipirsin'

  • 13:17 10 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - Malbatên xizmên wan di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 32’emîn de li hev kom bûn û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Dayika Korkmaz Tedik Zohre Tedik, diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de hesabê komkujiyê bipirsin.
 
Malbat û xizmên kesên di komkujiya Mîtînga Aştiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest dabûn, di meha 32'an de li Qada GAR'ê ya Enqereyê kom bûn û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekim-Der) ya hat girtin, Nûnerên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê partiyên siyasî û sendîkayên civakî Wekîla Hevserokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, namzetê HDP'ê Veli Saçilik û gelek kesên din di bernameya bîranînê ya li GAR'ê kom bûn. Kesên beşdarî bîranînê bûn saet di 10.04’an ke ku di wê kêliye de komkujî pêk hatibû rêz girtin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Malbatan piştî rêz girt, Seroka 10 Ekim-Der'ê Mehtap Sakincî, li vir daxuyanî da û diyar kir ku heta edalet cihê xwe bibîne û hesap ji kujeran bê pirsîn dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Mehtap, destnîşan kir ku ew qas dem e têdikoşin ku hesap bê pirsîn, lê hêj hesap nehatiye bê pirsîn. Mehtap, anî ziman  ku heta edalet cihê xwe bibîne û hesap bê pirsîn dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Berpirsiyar ne 19 bersûcên DAIŞ'ê ye. Berpirsiyarên rastî hêj derneketiye pêşberî dadgehê. Em dixwazin ew jî bên darizandin. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî da zanîn ku hêj hemû delîl kom nekirine û wiha got: "Ez jî di 10'ê Cotmehê de li qadê bûm. Ez bûm şahid ku dozger çiqas dereng hat cihê bûyerê. Lê niha dozger ji bo biryar bide pir lez dike. Hêj delîl kom nekirine." 
 
'Em ê berxwedana xwe mezin bikin'
 
Dayika Korkmaz Tedik Zohre Tedik jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de hesabê komkujiyê bipirsin û wiha got: "Wê demê ji bo dengê xwe zêde bikin bûyerek bi vî rengî pêk anîn. Lê niha em jî dê di 24'ê Hezîranê de hesabê  vê yekê ji wan bipirsin.