Ji ber ku bi destê qeyûm negirt 2 sal û 6 meh ceza lê hat birîn

  • 13:06 10 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi hinceta destê Qeyûm Muhsin Çiçek negirtiye û ji Serokê AKP'ê Erdogan re gotiye "munafık" doz lê hat vekirin, rastî 2 sal û 6 meh ceza hat. 
 
Di çarçoveha lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, 5’ê Çileyê derbarê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran de bi sûcdariya “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin û ji 8,5 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Îdîanamey ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger axaftinên Baran ên li Pîrozbahiya Şenyayla ya 2014’an û di merasîma mezunyeta kursa kurdî de, parvekirinên li ser tora civakî û bi îfadeya du kesên dane sûcdar dikir. Dozger, bi îdîaya dema Muhsîn Çîçek li şua endamê Meclîsa Pasûrê wekî qayûm hat tayînkirin, ji ber Baran destê wî ne girtiye, gotinên bi “gef” û “heqaret” kirine derbarê Baran de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê doz hatibû vekirin. Ji 3 salan heta 7 salan cezayê girtîgehê dixwest. Dozger dîsa bi îdîaya heqaret li Serokomar kiriye jî lêpirsin vekiribû. 
 
Hevşaredara Navçeya Pasûrê ya Amedê Sadiye Surer Baran, dema ji Girtîgeha Jimare 2 a Xelefetiya Rihayê sewkî Girtîgeha Tîpa T a hejmnar 2 a Osmaniyeyê hat kirin heqaret lê hat kirin û lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. 
 
'Werger şaş û kêm e'
 
Hevşaredar Sadiye di îfadeya xwe ya têkildarî sûcdariyan a îdîanameyê de, diyar kir ku ew wekî hevşaredara Pasûrê dawetî pîrozbahiyê hatiye kirin, wekî hevşaredar axiviye û wergera axaftina wê ya kurdî şaş û kêm hatiye kirin. Sadiye da zanîn ku ew kesên derbarê wê de îfade dane nas nake û wiha got: “Min der barê Serokomar de got ‘Min negot Serokomar komkujiyê dike. Min negot şer derdixe û kurdan dixe qirka hev. Min negot Serokomar munafık e' Rastiyan berovaji dikin. Ez sucdarya der barê xwe de qebûl nakim. Ez beraeta xwe dixwazim." 
 
'Pereyê tercûman wê ji Sadiye bibirin'
 
5 endamên meclîsa şaredariyê yên DBP’ê jî îfade dan û diyar kirin ku Hevşaredar Sadiye heqaret û neheqî li Qeyûm û Serokomar nekiriye. 
 
Dadgerê Dadgeha Asliye Ceza ya Pasûrê piştî parastinê der barê Hevşaredar Sadiyeyê de bi sucdariya "Heqarnet li Serokomar kiriye" 2 sal û 6 meh ceza birî. Dadger biryar da ku Baran ji mafê xwe yê hilbijartin û bijartinê jî bêpar bê hiştin. 
Dadger dîsa biryar da ku ji ber Baran bi tirki dizane dîsa bi kurdî parastin kiriye 60 TL pereyên ku dane tercûban ji Baran bê birîn.
 
Parêzerê Baran Suleyman Kaya, diyar kirin ku ew ê biryarê bibin Dadgeha Herêma Dîlokê û îstinafê bixwazin.