Tahliyekirina Meles Tekîn a 75 salî wê rapora ATK’ê diyar bike
- 10:00 10 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN-Meles Tekîn a bi hinceta cezayê wê yê teqez bûye hat girtin û piştre surgunî Girtîgeha Xerpêtê kirin. Parêzerên Melesê ji bo berdana bi şertê kontrola edl^î serlêdan kirin û rêveberiya girtîgehê jî wê li gorî rapora Tipa Edlî bersivê bide serlêdanê.
Meles Tekîn (73) bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye di meha Nîsanê de hat girtin û ji Mêrdînê surgunî Girtîgeha Xerpêtê hat kirin. Melesê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê her tim diçû revîrê û ji aliyê doktoran ve sewqî Edeney hat kirin.
Bi alîkariya hevalan hewcedariyên xwe tîne cih
Malbata çû hevdîtina Melesê û diyar kirin ku moralê Melesê tevî temen û pisgirêkên wê yên tenduristiyê gelek baş bûye. Melesê jî di nameya şand ji malbatê re got ew baş e, dermanên xwe bi rêk û pêk digire û bi piştgiriya hevalan hewcedariyên xwe tîne cih. Melesê ji ber nexweşiya dil, sîng, tansiyon û şekir her tim dibirin revîrê û doktor wê sewk^î Edenê kiriye.
Raporên ji nexweşxanê hatin girtin şandin Saziya Tipa Edlî û di encama rapora Saziya Tipa Edlî de hat gotin ku Melesê nikare di girtîgehê de bimîne. Parêzerên wê jî ji bo berdena wê ya bi şertê kontrola edl^î serî li girtîgehên Mêrdîn û Xerpêtê dan. Rêveberiya girtîgehê jî got ew rapora Tipa Edlî dipên.