Sultan li şûna kurê xwe yê hatiye girtin xebatên hilbijartinê dike

  • 09:30 10 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL- Sultan Karasu  ku sê meh berê kurê wê hat girtin, diyar kir ku wê li şûna kurê xwe di xebatên hilbijartinê de cih girtiye û got ew natirse.
 
Di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a HDP’ê ya li Sancaktepeyê de jineke ku bi lez û helwesta xwe ya jîr bal dikişand hebû. Ew jîn Sultan Karasû bû. Sultanê diyar dike ku kurê wê ji ber ku govend gerandiye hatiye girtin û ew li şûna kurê xwe dixebite.
 
Sultan ya bi eslê xwe ji Burdurê ye sê zarokên wê yên bi temenê 4, 16 û 19’yî hene. Sultan wiha dibêje: “Kurê min tiştekî derveyî qanûnê nekiriye. Ez jî nakim. Ji bo jinan buroyek hilbijartinê hat vekirin. Ez jî hatim vir. Ez natirsim. HDP ne partiya kurdan partiya hemû kesî ye. HDP partiya herî girîng ya ku jin têde siyasetê dike ye.”
 
Sultanê bang li hemû jinan kir ku bên buroyên hilbijartinê û pêşniyarên çareseriyê ya HDP’ê guhdar bikin.