'Jîneolojî bingeha civakek azad û demokratîk e'
- 09:01 10 Hezîran 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşketina civakê û siberojek azad gelek sazî û navendên perwerdeyê hat vekirin. Niha jî Komîsyonên Jîneolojiyê dê di demên pêş de mamosteyan ji bo branşa Jînolojiyê perwerde bikin. Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî da zanîn ku ji bo pêşketina hişmendiya civakê jîneolojî gelek girîng e û got:"Jîneolojî bingeha civakek azad û demokratîk e."
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdeyê xebatên cur be cur tê kirin. Yek ji van xebatan ên girîng jî Perwerdeya Jîneolojiyê ye. Xebatên ku derbarê Jîneolojiyê de tê kirin ji bo civakê dibe çavkaniyek berbiçav. Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî derbarê xebatên Jîneolojiyê de bi lêv kir ku Jîneolojî ji bo jin, zarok, ciwan û hemû civakê rêbazek lêgerîna heqîqetê ye û got:"Ji bo hişmendiya civakê bê guhertin divê mirov dîrok, xweza, erdnîgarî, rêbaza xwenaskirinê baş bizanibe. Di perwerdeya Jîneolojiyê de li ser van esasan guhertinek mezin di civakê de çê dibe û civak hem xwe nas dike hem jî pêş dikeve."
Sîmav Sofî diyar kir ku ew xebatên derbarê Jîneolojiyê de ji dil û can dimeşînin û got:"Sîstemên faşîst û mêtinger her dem li ser gelên bindest yekrengiyê ferz dikin. Bi taybet jî her dem mudaxaleyî nêrîn, îrade û nasnameya jinê tê kirin. Ji bo civakek azad û jina pêşketî divê Perwerdeya Jînolojiyê bi rêk û pêk bê berdewamkirin."
'Bi destpêkirina Jînolojiyê gavên gelek girîng hatin avêtin'
Sîmavê da zanîn ku bi destpêkirina Jînolojiyê de gavên gelek girîng hatin avêtin û wiha dewam kir:"Di warê pêşketin û perwedekirina civakê de jin xwedî roleke girîng e. Loma perwedeya Jîneolojiyê di milê jin û civakê de bû sedema gavên mezin. Loma niha jî em ê mamosteyan di warê biranşa Jîneolojiyê de perwerde bikin. Piştî Meha Remezanê mamosteyê du heyvan bên perwedekirin. Di vê perwedeyê de wekheviya jin û mêr dê esas bê girtin. Li ser esasên wekhevî û demokrasiyê mamosteyê perwede bibin û ji civakê re bibin mînakên baş."
'Divê jin girîngiyê bidin perwerdeya Jîneolojiyê'
Sîmavê bang li hemû jinan kir ku girîngiyê bidin perwerdeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê jin girîngiyê bidin perwerdeya Jîneolojiyê û xwe ji desthilatdariya baviksalarî rizgar bikin."