ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 10 Hezîran 2018
  • Rojev
*Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşketina civakê û siberojek azad gelek sazî û navendên perwerdeyê hat vekirin. Niha jî Komîsyonên Jîneolojiyê dê di demên pêş de mamosteyan ji bo branşa Jînolojiyê perwerde bikin. Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî da zanîn ku ji bo pêşketina hişmendiya civakê jîneolojî gelek girîng e û got:"Jîneolojî bingeha civakek azad û demokratîk e." DÎMEN HEYE 
 
*Bijîşka Navenda Tenduristiyê ya Kantona Kobanê ya Heyva Sor a Kurd, Bêrîvan Xelîl, ji bo meha havînê gel hişyar kir û got:"Di meha havînê de gelek nexweşiyên wekî tîfo, Rîşên Salê, emel, tansiyonê bilind, nexweşiya dil zêde dibe û dibe sedema xerabiya tenduristiya mirov. Loma divê di meha havînê de mirov xwe ji germê biparêzin, zêde avê vexwin û xwarinên sivik bixwin."
 
*Li Serhedê bi germbûyina hewayî Koçeran berê xwe dan zozanên Kurdîstanê. Ji ber qedexeyên ser zozanên Kurdîstanê  Koçer îsal neçar mane û gotin ku ew ji ber qedexeyan nikarin pezên xwe bibin zozanên bilind biçerînin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku ji nû ve ji HDP’ê bû namzet wiha got: “Ji bo em bêjin ‘me demek zilmê bi hev re qedand’ ez bang li hemû jinan dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê û xwedî li dengên xwe derkevin. BI DÎMEN
 
*Sultan Karasu  ku sê meh berê kurê wê hat girtin, diyar kir ku wê li şûna kurê xwe di xebatên hilbijartinê de cih girtiye û got ew natirse.
 
*Suriya Hesen da zanîn ku bingehê şoreşa li Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê gelan ve pêk hat, 40 sal brê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye danîn û naskirina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot. BI DÎMEN
 
*Jinên wargeha Mexmûrê banga xwedîderketina dengan li jinan kirin û gotin: “Ji bo em ji penaberiyê rizgar bibin ü vegerin ser axa xwe divê her kes bi wijdan biçin ser sindoqan. Her dengek wê me ji penaberiyê rizgar bike.”
 
*Ji Platforma Hilbijartinê ya Adîlane Şukran Dogan bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û got çima tu rayedar nabêjin em ji ewlehiya sindoqan berpirsiyarin. 
 
*-Aktîvîsta Înstiyatîfa Pêngavek Din Sultan Gurbey diyar kir ku derbaskirina bendê ya HDP'ê ji bo her kesî gelek girîng e û aktîvîsta din Ozge Akman jî bang kir ku divê demildest Selahattin Demîrtaş bê berdan. BI DÎMEN